Balyoza nû ya Spanyayê serkeftina hilbijartinan li Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza nû ya Spanyayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.
Li dû ragehandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 28.10.2024) pêşwaziya Balyoza nû ya Şanişîna Spanyayê li Îraqê Alicia Rico Del Pulgar kir.
Di wê ragehandinê de hatiye, “Tevî pîrozbahiyê û daxwaza serkeftinê ji bo Balyozê Spanyayê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya alîkarî û piştevaniya Spanyayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî Teroristên DAIŞê de kir.”
Balyoza Spanyayê jî ji aliyê xwe “tekez li ser berdewamkirina peywendiyên welatê xwe bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de kir, herwesa ji bo serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê jî pîrozbahiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.”
Giringiya çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li ser bingeha destûrî û rêzgirtina li sîstema federalî û qewareya Herêma Kurdistanê jî mijarên pareke din a danûstandinan bûn.

 

 
Fly Erbil Advertisment