Li çend navçeyên Şirnexê bo 15 rojan qedexe hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şirnexê, li herêma çiyayê Cûdî, çiyayê Gabbar, Dolê û Dêriyê Zêr wek heremên teybet hatin destnîşankirin û 15 rojan qedexe lê hat ragihandin.
Parezgariya Şirnexê îro 28ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand, “Ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî, li Herêma çiyayê Cûdî ku di nav sînorên Navçeya Navendî ya Şirnexê, navçeyên Silopiya û Cizîrê de ye, çîyayê Gabbarê aliyê dikeve sînorê navçeya Basa û herwiha herêmen Dolê û Kela Memê, Dêriyê zêr ku di navbera Qilaban û Elkê de ye, di navbera 29ê û 13ê Mijdara 2024'an de, ev herêm wekê Herêma Ewlekariya Taybet hatiye nişandan û ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.”