Mustafa Okumuş: Em piştgirî didin hemû gavên bo çareseriyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêvajoya nû ya bo çareseriya pirsa kurd dest pê kirî, li ser 2 mijarên girîng tê nîqaşkirin, gelo aliyê kurd dê tenê PKK be û di dawiya pêvajoyê de dê bo kurdan çi destkeft hebin. Partiya Maf û Azadiyan dibêje em jî muxattab in û daxwaza federasyonê dikin. Pisporên siyasetê jî balê dikêşin ku nşha nîqaş li ser usulê ne dê paşê li ser esasê ango mafên neteweyî nîqaş werin kirin.

Pêvajoya nû ya ku ji nişka ve bi axaftina Serokê MHPê Dewlet Bahçelî dest pê kiribû her ku diçe bi awayeke berfirehtir tê nîqaşkirin. Pisporên siyasetê dibêjin ji ber ku ji nişka ve dest pê kir hîn li Rojavayê Tirkiyeyê bi awayeke berfireh piştgiriyek giştî bi dest nexistiye lê eger Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji raya giştî re rave bike dê piştgirîyek mezin derbikeve holê û ji xwe nava kurdan de piştgiriya pêvajoya çareseriya pirsa kurd bi rêbaza aştiyê xwedî piştgiriyek xurt e. Pispor dibêjin pêşî wê rêbaza rêvebirina pêvajoya were nîqaşkirin paşê jî wê daxwaz û maf werin nîqaşkirin.

Lêkoler û nivîskar Cûma Çîçek ji K24ê re got: “Hîn di qonaxa usulê de nîqaş hene ku muxattab kî ne dê li aliyê dewletê kî beşdar be, paşê dê esas were axaftin ku esas jî pirsa kurd e, hîn mafê ziman heye, mafê nasnamê heye, mafê xwerêvebirinê heye, parvekirina samanên siruştî hene”

Partiyên siyasî yên Kurdistanî jî derbarê pêvajoya nû de helwesta xwe aşkere dikin ku Hak-Par jî dibêje pirsa kurd ne tenê bi çekdanînê girêdayî ye û bal tê kêşan ku muxattabê pirsa kurd  hemû civaka kurd e û eger berpirsiyariyek bikeve ser milê HakParê , HakPar jî amade ye sudê bide çareseriya pirsa kurd.

Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Hak-Parê Mustafa Okumuş dibêje: “Em amade ne însiyatîf wergirin, em ne tenê mile xwe, em amade ne hemû laşê xwe têxin bin kevir da ku pirsgirêk çareser bibe, em yek ji muxattabên sereke ne, em daxwaza mafê ziman dikin û em daxwaza federasyonê dikin.”

Pisporên siyasetê dibêjin dê demek nêz de gavek nû ya şênber were dîtin, lê lîsteya muxattabên pêvajoyê hîn ne zelal e û li aliyê din jî Partiyên Kurdistanî jî dixwazin pêvajoyê de cih bigirin.