Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Pirojeya Hejmara Min berdewam dibe

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê careke din tekezê li ser berdewamiya pirojeya Hejmara Min dike û her bizaveka ji bo nehêlana wê pirojeyê tê kirin wekî skestî binav dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 29.10.2024) di konferanseke rojnamevanî de, piştî temambûna çalakiyên îro yên Dîdara Mêrî 2024ê ku li Hewlêrê bi rê ve çû, di bersiva Peyamnêrê K24ê Newres Ebdila de tekez kir ku, pirojeya Hejmara Min berdewam dibe û herwesa got, “Her bizaveka ji bo nehêlana pirojeya Hejmara Min bê kirin dê şkestinê tomar bike.”

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 29.10.2024) ragehandinek parve kir û tê de çend xal li ser pirsa mûçeyan û pirojeya Hejmara Min berçav kirin û tekez kir, “Parvekirin û serperiştîkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê li dû pirinsîpên giştî yên sîstema federalî ji desthilat û taybetmendiyên Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.”

Dîdara Mêrî 2024ê bi navnîşanê “Ber bi desthilatdariyeke durist û jiyarxweşiyê” îro (Sêşem, 29.10.2024) li Hewlêrê dest bi çalakiyên xwe kir û du rojan dê berdewam be.