Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Emar Hekîm dike

Mesrûr Barzanî û Emar Hekîm
Mesrûr Barzanî û Emar Hekîm

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê danûstandinan li ser giringiya çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 29.10.2024) pêşwaziya Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê Emar Hekîm kir.

Di wê hevdîtinê de, Serokê Tevgera Niştîmanî ya Hîkmeyê Emar Hekîm serkeftina piroseyac hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîroz kir, ku di rewşeke tena û şefaf û demokrasî de bi rê ve çû.

Di tewerekî din ê wê hevdîtinê de, danûstandin li ser giringiya çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Her di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser piroseya serhejmêriya giştî ya şêniyan li Îraqê li hev guhertin, ku biryar e li roja 20ê meha bê bê kirin.

Di vî warî de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku, pêdivî ye serhejmêrî tenê ji bo merema pêşxistin û baştirkirina rewşa jiyana welatiyên Îraqê be û ji her armanc û pirseke siyasî dûr be.

 
 

 

Fly Erbil Advertisment