Serok Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî li Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 30ê Cotmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmarat li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm El-Zahirî kir ku bi boneya bidawîhatina erkê wî û xatirxwestinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî spasiya erk û hewlên Konsulê Giştî yê Îmarata Erebî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Her di vê hevdîtinê de, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyan û dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Îmaratê de hate kirin.