Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê alîkariyên bijîşkî pêşkeşî nexweşan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya karê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê de, tîma wê ya bijîşkî ya gerok serdana navçeya Şera kir û alîkariyên bijîşkî pêşkêşî nexweşan kir.

Tîma bijîşkî ya gerok a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî derbasî navçeya Şera ya Efrînê bû û alîkariyên bijîşkî û dermanên pêwîst pêşkêşî nexweşan kir.

Endamê Desteya Birêveber a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Ebdulwahid Emîn ji K24ê re got: “Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewam in di pêşkêşkirina alîkariyan ji xelkê Efrînê re. Em îro hatine navçeya Şera, me serdana çend malan kir, test ji nexweşan re dikin û çareseriyên pêwîst pêşkêş dikin.”

Rewşa navçeya Şeran gelek zehmet e, nexweşxane û navendên tendrustiyê lê kêm in û ne hemû dermanên pêwîst peyda dibin. Ji bilî wê yekê jî, rewşa aborî ya xelkê xerab e, ji ber wê jî çûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û pêşkêşkirina alîkariyan, ji aliyê xelkê ve wek gaveke pîroz tê dîtin.

Welatî Zihnî Ebûd: “Tîma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hat û rewşa saxlemiyê ya xelkê dişopîne û çareseriyên pêwîst pêşkêş dikin. Em spasiya wan dikin.”

Welatî Elîfe Henan: “Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ew li me dinêrin û rewşa me dişopînin.”

Yek ji karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê, pêşkêşkirina alîkariyên bijîşkî ye û tîmên wê yên gerok li hemû navçe û gundên Efrînê digerin û çareserî û dermanên pêwîst pêşkêşî nexweşan dikin.