Mesrûr Barzanî hevxemiya bi malbatên qurbaniyên lehiyên Spanyayî re nîşan dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe pêşkêşî gelê Spanya û malbatên qurbaniyên lehiyê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek li tora civakî “X” belav kir û tê de sersaxî li gelê Spanya û malbatên qurbaniyên lehiyê kir û got: “Ez ji ber lehiyên wêranker ên li başûrê Spanyayê xemgîn bûm.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Di vê dema dijwar de, ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan û gelê Spanyayê re dixwazim.”
Ji serê hefteyê ve, baraneke bihêz li başûr û rojhilatê Spanyayê dibare û bû sedema rabûna lehiyên kujer li Valencia û herêma Endelusê.
Desteya Xizmetên Lezgîn a Herêma Valenciayê ragihand, ji ber rabûna lehiyan 92 kesa canê xwe jidest dane.