Serok Barzanî û Serokê Hikûmetê beşdarî Kongreya Bijîşkî ya Mezopotamyayê dibin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 31ê Cotmehê Kongreya Bijîşkî ya Mezopotamyayê li Hewlêrê tê lidarxistin.
Serokê 10. Kongreya Bijîşkî ya Mezopotamyayê Dr. Basak Berzincî got: Hebûna Serok Barzanî handana me dike ku em berdewam bin û dest ji xeyalên xwe bernedin.
Dr. Basak Barzanî got: “Em spasiya Mesrûr Barzanî dikin ku hertim ligel me bû û hevkarî û piştevaniya me kir ji bo lidarxistina bê kongreyê.”
Diyar kir jî: “Îro ji derveyî welat û bajarên cuda doktor li vir kom bûne, piraniya me beşdarî gelek kongre û welatên cuda bûne, lê kongreya îro cuda û taybet e.”
Dr. Basak Berzincî got: “Îro em wek bijîşkên Kurd kêfxweş in, ez bawer im Serok Barzanî ji me kêfxweştir e, ku hemû doktor li vir kom bûne, ta ku asta herî bilind a zanistî pêşkêşî Kurdistan û gelê Kurdistanê dikin.”
Serokê Kongreya Bijîşkî ya Mezopotamyayê got: “Îro 10’emîn Kongreya Bijîşkên Mezopotamyayê ye ku yekem car li Hewlêrê tê lidarxistin. Armanca kongreyan ew e ku doktorên di warên xwe de gihiştine asteke bilind bnêrînên zanistî bi hev biguherînin û bi hev re hevkariyê bikin, ligel danîna bingehê zimanê kurdî di warê bijîşkî de.”