9 sal di ser damezirandina Kurdistan24ê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro neh sal di ser damezirandina saziya Kurdistan24ê ya Lêkolîn û Ragihandinê re derbas dibin. Kurdistan24 bi awayekî profesyonelî nûçe û zanyariyên li Kurdistan, navçe û cîhanê digihîne temaşevan, guhdar û xwendevanên xwe.

Kurdistan24 bi rêya tora medyayî ya birêkxistî: Televizyon, radyo û malpera bi zimanên Kurdî (Zaraveyê Soranî û Kurmancî) Îngilîzî, Erebî, Tirkî û Farisî zanyariyên rast pêşkêşî guhdarên Kurdîaxêv li Kurdistan, herêm û cîhanê dike.

Kurdistan24 wek navendeke medyayî ya hemecur, bi awayekî dirust, babetyane û li gor prensîpa “berpirsiyariya civakî” erkên xwe yên pîşeyî li hember (welat, civak, azadiyên kesî) cibicî dike.

Kurdistan24 pêdaçûnên hûr çirke bi çirke li ser babetên ku cihê giringiya pêkhateyên Kurdistanê ne dike, hevsengî, babetîbûn û berpirsiyariyê di rûmal û pêdaçûnên rojnamevî de peyrew dike û li gorî pîvanên hevpar ên medya û êtîkêta rojnamegeriyê kar dike. 

Kurdistan24 ti astengî danenaye li pêşiya proseya lêgerîna zanyariyan. Bi vê wateyê, ku Kurdistan beşek ji cîhaneke berfireh e û ev yek di karên wê de xuya dike.

Kurdistan24 kenalên xwe bi kurdiyeke rewan, herikbar û dewlemend pêşkêş dike.

Kurdistan24 di ragihandin û vekolînên xwe yên rojnamevanî de, rêgezên hevsengî, babetbûn û berpirsîyarîyê peyrew dike û li gor pîvanên hevpar ên medyayî û etîka rojnamevanî kar dike.

Peyama Kurdistan24ê

Kurdistan24 kar ji bo belavkirina çanda lêborînê, pêkvejiyan, aştewayî, demokrasî, dadperwerî û parastina mafên mirovan li Kurdistanê dike.

Ew ji bo belavkirina çanda parastina jîngehê, perwerdehiya tendirut û bilindkirina girêdana tak bi ax û welat kar dikin. 

Kurdistan24 mafê derbirînê ji hemû pêkhateyên cuda ên Kurdistanê û navçşeyê re, bêyî cudahiyên wan ên hizrî, olî, mezhebî û etnîkî dabîn dike û bîra serxwebûna Kurdistanê pêş dixe.

Kurdistan24 di 31.10.2015an de hatiye damezirandin, bi rêya kanala televizyonî, platformên medyaya civakî û radyoyê, hewl daye bi awayekî pîşeyî û niştimanî serederiyê bi nûçe û zanyariyan re bike. Kurdistan24 bîra serxwebûna Kurdistanê bipêş dixe.