Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî li navçeya Cindirêsê belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li navçeya Cindirêsê ya Efrînê alîkariyên mirovî li ser malbatên ku ji ber şerê li Libnanê vegeriyane, belav dike.

Endamê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Partîzan Mûsa ji K24ê re got: “E wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê berdewam in li ser kar û çalakiyên xwe. Îro em hatina navçeya Cindirêsê û gundê Basûtê, em alîkariyên wek xwarin û betaniyan li ser malbarên ku ji Libnanê vegeriyane dikin.”

Derdora 75 malbat gihiştine navçeya Cindrêsê ku piraniya wan xelkê navçeyê bixwe ne, lê karînên wan nînin û rewşa wan zehmet e, ji ber wê jî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hewl dide barê wan sivik bike.

Welatî Ebdulsemed Hebûş: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî ji 75 malbatan re anîne. Em spasiya wan û her kesê ku alîkarî bi miletê Cindirêsê re kiriye, dikin.” 

Welatî Mûstefa Hebûş: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatiye alîkariya me bike. Spas ji wan re.”

Ji ber şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê li başûrê Libnanê û li gorî Yekîneya Rêvebiriya Rîska û Karesatan a Libnanê, zêdetir ji 400 hezar kesî ji Libnanê derbasî Sûriyeyê bûne ku piraniya wan Sûrî ne. Herwiha hejmarek ji xelkê Efrînê jî ji Libnanê vegeriyane ser cih û warên xwe.