Hejmara kuştiyên Xezzeyê gehiştî 43 hezar û 204 kesan
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê li kertê Xezzeyê eşkere dike, hejmara kuştiyên Filistînê bi êrîşên Israîlê li kertê Xezzeyê gehiştî 43 hezar û 204 kesan.
Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê îro (Pêncşem, 31.10.2024) ragehand, “hejmara kuştiyên Filistînê bi êrîşên Israîlê li kertê Xezzeyê gehiştî 43 hezar û 204 kesan.”
Wê wezaretê eşere jî kir, “Di dema 24 seetên borî de, Israîlê bi êrîşên xwe yên giran li ser kertê Xezzeyê 41 kes kuştine.” Herwesa got, “hejmara birîndarên jî gehişt 101 hezar û 641 kesan.”
Çekdarên Tevgera Hemasê li roja 07.10.2023ê êrîşeke berfireh kir ser Israîlê, di wê êrîşê de zêdetirî yek hezar û 400 Israîliyan hatin kuştin û bi sedan kesên din jî birîndar bûn, herwesa 240 welatiyên Israîlî jî ji aliyê Hemasê ve hatin revandin.
Piştî êrîşa çekdarên Hemasê bo ser başûrê Israîlê li roja 07.10.2023ê, artêşa Israîlê êrîşeke wêranker bo ser kertê Xezzeyê dest pê kir. Li dû amarên fermî yên kertê Tendirustiyê yê Filistînê, heta niha li kertê Xezzeyê zêdetirî 43 hezar kesan hatine kuştin û zêdetirî 100 hezar kesên din jî hatine birîndarkirin.