Pêşewa Hewramanî 9 saliya damezrandina Kurdistan24ê pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta 9 saliya damezrandina kanala Kurdistan24ê, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li birêveber, pêşkêşker û karmendên wê dike.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Pêncşem, 31.10.2024) bi helkefta 9 saliya kanala Kurdistan24ê peyameke pîrozbahiyê arasteyî wê kanalê kir.
Di peyama Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, “Ez pîrozbahiyê li birêveber, pêşkêşker, peyamnêr, teknîk û tevaya desteya kanala we dikim.”
Di pareke din a wê peyamê de hatiye, “Ez bihêvî me ku hûn bi awayê xwe yê pîşeyî û niştîmanî berdewam bin û ber bi pêş ve biçin û we rol di xizmeta wergirên xwe û xelkê Kurdistanê û gehandina rastiyê de hebe.”
Dezgeha Kurdistan24ê li roja Şemiyê (31.10.2015) bi awayekî bêalî û pîşeyî dest bi pexşê xwe yê asayî kir, herwesa berhemên xwe bi awayekî pirofesyonel pêşkêşî bîner û bîser û xwînerên xwe dike.
Kurdistan24 di rewşekê de hat damezrandin ku niştîman û neteweyek keftibûn ber gefa memanê, wan deman xwîn ji niştîmanekî diçû û neteweyek li ber gefeke mezin bû, hêşta pareke malên vî welatî şîn ji bo şehîdên xwe dikir û li Bexdayê jî siyaseta birsîkirina vî gelî dihat bicihanîn û hemî maf û serpişkî ji xelkê Kurdistanê birîbûn.