Parêzgerê Hewlêrê pîrozbahiya Kurdistan24ê dike

Umêd Xoşnaw
Umêd Xoşnaw

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw salvegera 9ê ya damezrandina Kurdistan24ê pîroz dike.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (31.10.2024) 9 saliya damezrandinê li Kurdistan24ê pîroz kir, ev jî naveroka peyama wî ye:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Rêzdar/ Birêveber û nivîser û rojnamevan û karmendên Kurdistan24ê

Bi helkefta 9 saliya damezrandina kanala we, em pîrozbahiyeke germ arasteyî we yên rêzdar û bînerên we dikin.

Bi hêviya wê yekê ku herdem bi pirinsîp û etîkêtên karê rojnamevaniyê pê pêxemetî pirsên neteweyî û niştîmanî berdewam bin, her bi wî canê niştîmanî û neteweyî rolê xwe yê çalak û giring di ximzetkirin û pêşvebirina medyaya Kurdî de bigêrin.

Dubare li we pîroz be û her serkeftî bin.