PWK: Girtina Alî Çeven nîşan û encama hişmendîya dijayetîya miletê Kurd e

Navenda Nûçeyan (K24) – Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) girtina ciwanê Kurd Alî Çeven şermezar dike û radigihîne, “Girtina Alî Çeven, nîşan û encama hişmendîya dijayetîya miletê Kurd e.

Buroya Ragehandinê ya PWKê îro 2ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ragihand, “Ciwanê Kurd Alî Çeven ki ber ku di sosyal medyayê û di telewîzyonan de li nasnameya xwe ya kurdî xwedî derket, hate desteserkirin û paşê jî li Stenbolê hate girtin.”

Buroya Ragehandinê ya PWKê tekezî li ser wê yekê dike, “Girtina Alî Çeven, nîşan û encama hişmendîya dijayetîya miletê Kurd e.”

Herwiha PWKê girtina ciwanê Kurd Alî Çeven şermezar dike û daxwaza bedana demildest a Alî Çeven dike.

Buroya Ragehandinê ya PWKê bang li hemû Baroyên Bakurê Kurdistanê û parêzerên Kurd kir jî, ku divê xwedî Alî Çeven derkevin.