Karsaz û rewşenbîr: Çareserbûna pirsa kurd sûdê dide hemû aliyên civakê
Diyarbekir (K24) – Pêvajoya nû ya çareseriya pirsa kurd nava rewşenbîr û karsazên kurd de bi erênî tê pêşwazîkirin, karsaz û rewşenbîr dibêjin divê xeletiyên pêvajoya borî neyên dubarekirin ji ber ku vê carê bi awayeke berfirehtir piştgiriya pêvajoyê tê kirin pêwîst e kurd vê derfetê ji dest nedin.
Li Tirkiyeyê careke din hewil tê dayîn ku bi pêvajoyek nû pirsa kurd were çareserkirin. Vê carê li gorî pêvajoyên borî piştgiriya pêvajoyê berfirehtir e û karsaz jî bang dikin ku divê kurd vê derfetê ji dest nedin, karsaz dibêjin kurdan gelek canên xwe dane û êdî kurd naxwazin nava xemgînî û zehmetiyan de bijîn, karsaz dibêjin heke pêvajo here serî dê kurd jî bi ser bikevin û tirk jî bi ser bikevin.
Serokê Komeleya Pîşesazan û Cîhana Kar a Diyarbekirê (DİSİDER) Şeyhmus Akbaş ji K24ê re got: “Divê destê hatî dirêjkirin neye berdan, divê careke din em rê nedin ku pêvajo têk biçe, bila êdî canê me neçin, em ji şînê westiyan, ez êdî bawer dikim ku dê ev pirsgirêk were çareserkirin, Her roja ku bê çareserî derbas dibe ji kîsî me diçe, dema ev pirsgirêk çareser bibe dê civak ji aliyê aborî, siyasî , çandî ve jî pêş bikeve. Êdî dem hatiye ku ev pirsgirêk were çareserkirin.”
Rewşenbîrên Kurd jî derbarê pêvajoya nu de nava hewildanan de ne ku pêvajo bide wesîle ku kurd bigihîjin mafên xwe yên neteweyî, rewşenbîr hişyariyê didin ku her çiqas rewş û gavên dijî pêvajoyê derbikevin holê jî divê civaka kur dli ser bidestxistina mafên xwe yên neteweyî rijd bin
Nivîskar û Serokê Bızava Aştiya Navxweyî (BAN) Ahmed Kanî dibêje: “Divê em yekîtiya xwe û aştiya xwe ya navxweyî pêk bînin û daxwaza mafên xwe yên rewa yên neteweyî bikin, dewletê jî peyam dan ku ew bibiryar in vê pêvajoyê bididn meşandin.”
Rewşenbîr û karsazên kurd dibêjin, ji dêvla pirsa ku pêvajo çima dest pê kir, bila pirsa em çawa dikarin mafên xwe bi dest bixin bikin, bang tê kirin ku kurd vê pêvajoyê de ser daxwaza mafên neteweyî rijd bin.