Li Diyarbekirê çareserkirina pirsa Kurdî hat gotûbêjkirin
Diyarbekir (K24) – Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle Li Diyarbekirê Li Ser Mijara “Bêçareserîya Pirsgirêka Kurd Tirkîye Çi Winda Dike” cîvînekê pêk anî.
Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê li Dîyarbekirê bi beşdariya gelek parêzer, akademîsyen, nivîskar û mamosteyan civînek lidar xist. Di cîvînê de, neçareserîya pirsgireka Kurd çi li Tirkiye dide windakirin û pêvajoya aştîyê hat axavtin. Axaftvan di civînê de bi taybetî li ser sê mijaran rawestiyan: Bandora pirsgireka kurd li ser jiyana civakî, bandorên li ser aboriyê û bandorên li ser têkiliyên navneteweyî.
Doç. Dr. Vahap Coşkun ji K24ê re got: “Di navbera 2016 an û 2024 de ev mesele ji alîye sîyasîde nehat nixaşkirin, nehat destgirtin. Lê niha îro dewlet mêylê ka xwe dîke hole dîbê em vê pirsgirekê bî rêya sîyasî bî çareser bîkîn. Jî wê ewê pêvajoyêkê derkevê an dernekevê emê rojen pêşîya me bibînin. Lê ev derfetek mezîne. Pewîste ku hem sîyasetmedar hem jî sazîyên civakî vê derfetê heta ji destê wan bê bîkarînin.”
Dî civînê de hat gotîn ku; “Bandorên xitimandina pirsgirêka Kurd li ser Tirkiyeyê di van salên dawî de zêdetir te xuyan û hîs kirin. Herwiha dewlet ji bo rewşeke ku ji bo xwe xeter dibîne li çareseriyekê digere. Ji ber ku derfeta çareseriya pirsgirêka Kurd diafirîne ev gav bi nirx û girîng e.”
Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcle Sedat Yurtdaş dibêje: “Tirkiye heya mesela Kurda çareser neke nikare bibe dewletek dî nava xwe de aram û nikare rojhelata navîn de jî peşîya xwe zêdetir bibîne. Jî sal kî zêdetire kul li rojhelata navîn dest pe kirîye gelek tişta hildiweşîne, diguherîne. Ji ber vê yekê jî Tirkîye dixwaze peşî lê bigre, lê di heman demê de berîya pêşî lêgirtine dîve mesele di nava xwe de bi gelê Kurd re çareser bike. 100 salê bêçareser hatîye îro.”