Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê li rewşa Êzidiyan dipirse

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana gundê Birc Ebdalo yê li Efrîn kir ku beşek ji xelkê gund Êzidî ne û alîkarî û pêdiviyên pêwîst pêşkêşî xelkê wî gundî kir.

Ji bo şopandina rewşa wan û naskirina zehmetî û pêdiviyên wan yên sereke, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana gundê Birc Ebdalo kir û bi  malbatên Êzidî re kom bû. Di serdana ku ne ya yekemîn e, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkarî û piştgirya pêwîst pêşkêşî malbatan kirin.

Endamê Desteya Birêveber a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Ebdulwahid Emîn ji K24ê re got: “Îro ji bo me wek şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gelekî taybet e, çinkû çawa me xizmeta miletê xwe yê Kurdên Êzidî li Herêma Kurdistanê kir, em îro hatine gundê Birc Ebdalo ku beşek ji Kurdên me yên Êzidî lê ne. Wisa diyar e ku qedera me ye ku em bi hawara wan biçin. Wan jî pêşwaziyeke gelekî germ li me kir. Me rêz û silavên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û peyama Serok Barzanî me gihande wan, ku Serok Barzanî her tim dibêje, Êzidî Kurdên resen in.”

Ne bi tenê alîkariyên madî ji bo Êzidiyên Efrînê tê pêşkêşkirin, lê Dêzgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser dirêjahiya zêdeyî yek sal û nîvê ye piştgiriya derûnî jî pêşkêşî wan dike.

Welatî Omar Bavê Memêş ji K24ê re got: “Em gelekî bi hatina şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kêfxweş in. Em gelekî ji kar û çalakiyên dezgehê razî ne. Ev ne cara yekem e Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî derbasî vî gundî dibe û guhdariya derd, êş û xema gundiyan dike û alîkariyan pêşkêş dike.”

22 gundên Êzidiyan li herêma Efrîn hene û hejmara neşticiyên wê 25 hezar Êzidî bûn, lê piştî dagîrkirina Efrînê du Adara sala 2018an de, rewş hat guhertin û piraniya Êzidiyên koçber bûn ku ligorî amarên ne fermî, niha bi tenê %15 ji Êzidiyan li Efrînê mane.