Israîl amadekariyan ji bo bidawîanîna şerê Libnanê dike

Hejmareke serbazên Israîlê li bereyê bakurê Libnanê
Hejmareke serbazên Israîlê li bereyê bakurê Libnanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Kanala 12ê ya Israîlî parve kiriye, “Israîl amadekariyan dike ji bo ku di dema du heftiyan de şerê Libnanê bidawî bîne.”

Berpirsekî Israîlî ji kanala 12ê ya Israîlî re ragehand, “Dibe ku em di dema 10 heta 14 rojan de li ser bereyê bakur bigehin lihevkirinê.”

Ev jî di demekê de ye ku Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu li roja Yekşemê di dema geştekê de li ser sinorên Libnanê soz da ku “Ewlehiyê vegerîne bakur, çi bi lihevkirin be an jî bê lihevkirin.”

Netanyahu amaje jî da, “Ajotina Hizbulahê  ji bo pişta rûbarê Lîtanî ji bo vegerandina şêniyan karekê gelek giring e.” Tekez jî kir, “Li ser birîna alîkariyên Hizbulahê ji aliyê Îranê ve bi rêya Sûriyeyê pabend dibe.”

Ev pêşhat di demekê de peyda bûne ku gelek ji wêneyên satelîtan ên vê dawiyê û xasma li bajarkên Ramiye, Îta Elşeib, Bilêda û Hîbîbê û heft gundan wê yekê nîşan didin ku hêzên Israîlê li pey sepandina sînaryoyeke wekî ya kertê Xezzeyê ne.

Ajansa Associated Pressê parve kiriye, “Van wêneyan û komeke zanyaran ku ji aliyê şarezayên nexşesaziyê ve hatine komkirin wêrankariyên 11 gundên bi rex sinorê navbera wan her du welatan ve berçav kirine.”

Herwesa hejmareke şarezayan tekez kiriye, “Mimkin e armanca Israîlê çêkirina devereke parastinê be ku dûrî şêniyan be. Ev jî stratejiyek e ku pêştir bi dirêjahiya sinorên xwe yên bi Xezzeyê re bi kar aniye.”