Sê serokên şaredariyan ên Kurd hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hatin danan
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê biryar li ser dûrxistina serokên şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xalfetiyê û danana qeyûman li cihên wan da, herwesa ji bo dema 10 rojan hemî çalakiyên sivîl jî hatin qedexekirin.
Li dû ragehandineke Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, “Serokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk ji ber wê tometa xistiye ser wî û sizayê zindanîkirinê bi tawana endambûna di rêkxistina terorsitî ya çekdarî de, ji erkê wî hat dûrxistin û Parêzgerê Mêrdînê bi wekalet Tuncay Akkiyon serokatiya şaredariyê bi qeyûm bi rê ve dibe.”
Di wê ragehandinê de amaje bi wê yekê jî hatiye dan ku, “Seroka Şaredariya Batmanê Gulistan Sonok jî ji erkê wê hatiye dûrxistin û Parêzgerê Batmanê bi wekalet Ekrem Çanalp tevî erkên parêzgerî bi qeyûm Serokatiya Şaredariyê jî bi rê ve dibe.”
Herwesa Qayimqamê Xalfetiyê Hakan Başoglu jî ji aliyê Parêzgerê Rehayê ve bi qeyûm li cihê Mehmet Qereylan wekî Serokê Şaredariya Xalfetiyê hatiye danan.
Piştî wê biryarê jî, ji bo rêgirtina li çêbûna xwenîşandana berfireh a cemawerî, parêzgeha Mêrdînê biryar da ji bo dema 10 rojan hemî çalakî û xwenîşandan li seranserî wê parêzgehê bên qedexekirin.