Îran spasiya Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê spasiya Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ku her sal gelek alîkarî û hêsankariyan pêşkêşî heciyên Îranî bo cihên pîroz ên Iraqê dikin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 4ê Mijdarê bi Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî civiya.

Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê spasiya Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku wan fermana dabînkirina hemû îmkan û xizmetguzariyan ku salane pêşkêşî heciyên çileya şehîdbûna Îmam Husên dikin, dane. 

Herwiha Konsulê Giştî yê Îranê spasiya parêzgarê Hewlêrê û endamên komîteya pêşwazîkirina heciyên Îranê kir, ji bo pêşwazîkirin, alîkarî û asankariyên pêşkêşî heciyan kirin, herwiha karê parêzgar jî di vê derbarê de bilind nirxand.

Parêzgarê Hewlêrê amaje bi fermana Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ku salane hemû xizmetguzarî û hêsankariyan pêşkêşî heciyên çileya Îmam Husên bikin.