Mesrûr Barzanî beşdarî ahenga Roja Serxwebûna Amerîkayê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî merasima Roja Serxwebûna Amerîkayê dibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 4ê Mijdarê danê êvarê li Hewlêrê beşdarî merasîma Roja Serxwebûna Amerîkayê bû.

Danezana Serxwebûnê ya Dewletên Yekbûyî, belgeyek e ku di 4ê Tîrmeha 1776an de ji aliyê Kongreya Kolonyal a Amerîkî hatî pejirandin. Ev roj jî bû sembola serxwebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û ragihandina serdemek nû di dîroka wê de.