Serokê Civata Nûnerên Amerîkayê: Trump bû serokê me

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Civata Nûnerên Amerîkayê mike Johnson îro (Çarşem, 06.11.2024) di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragehand, “Kandîdê Komariyan ji bo hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê Donald Trump piraniya dengan bi dest xistin û bû serokê 47ê yê Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê.”

Tevî ku bi awayekî fermî encamên hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê nehatine ragehandin, lê tora nûçeyan a Fox Newsê jî ew nûçe piştrast kiriye û dibêje, “Trump zêdetirî 277 kursiyên Komeleya Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê bi dest xistine û bûye serokê nû yê Amerîkayê.”

Herwesa li dû encamên berahiyê yên hilbijartinan, Partiya Komariyan piraniya Civata Nûneran û Civata Pîran bi dest xistine.

 

Encamên berahiyê yên hejmara kursiyên Civata Pîran:

-         Partiya Komariyan: 51 kursî

-         Partiya Demokratan: 41 kursî

 

Encamên berahiyê yên hejmara kursiyên Civata Nûneran:

-         Partiya Komariyan: 190 kursî

-         Partiya Demokratan: 159 kursî