Libnan: Di bombebarana Îsraîlê de 11 kes hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama bombebarana Îsraîlê ya li başûrê Beyrûtê de, herî kêm 11 kes hatin kuştin.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê îro 7ê Mijdarê ragihand, di encama bombebarana Îsraîlê de, li başûrê Beyrûtê herî kêm 11 kes hatin kuştin.
Aşkere kir jî, di 24 demjimêrên borî de di encama bombebarana Îsraîlê yên li ser başûrê Beyrûtê û Beilbekê de, nêzî 50 kes hatine kuştin.
Wezareta Tenduristiyê got: “Ji destpêka operasyonên Îsraîlê li ser Libnanê û heta niha, hejmara kuştiyan ji 3 hezar kesî derbas bûye.”
Artêşa Israîlê ji roja 23ê Îlonê ve êrîşên xwe li ser Hizbulahê girantir kirine, roja 27ê Îlonê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah di êrîşeke li ser Beyrûtê de kuşt û piştre dest bi operasyoneke bejahî li başûrê Libnanê kir.