Wezareta Navxwe li dijî Hevserokê DEM Partiyê dest bi rêkarên yasayî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ragihand, li dijî Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, dest bi rêkarên yasayî kirine.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekî de ragehand, ji ber daxuyaniyên wan yên derheqê qeyûman de, dest bi rêkarên yasayî li dijî Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Serokê Şaxa Mêrdînê ya heman partiyê Mehmet Mihdî Tunç kirine, lê wezaretê behsa naveroka rêkarên yasayî nekiriye.

Tuncer Bakirhan, li dijî danîna qeyûman li ser şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xeleftiyê, gotibû, ewê ji bo nehîştina qeyûman, dadgehên xwe ava bikin û qeyûman ji Kurdistanê derxînin.

Hikûmeta Tirkiyê bi tohmeta endamtiya PKKê, roja 4 vê mehê şaredarên bajarên Mêrdîn, Batman û Xeleftiyê ji kar dûrxistibûn û li şûna wan qeyûman danîbûn.