Li Wanê bo 3 rojan hemû çalakî hatin qedexekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro Dem Partî meşekê ji bo şermezarkirina danîna qeyûman li Wanê bike, lê Parêzgariya Wanê bo sê rojan hemû çalakî li parêzgehê qedexe kirin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Wanê, bi bihaneya dabînkirina aramî û ewlehiyê, rêgirtina li tawanan û parastina maf û azadiya kesîn, ji îro û heta sê rojên din hemû çalakî li parêzgehê hatineqedexe kirin.
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, hemû çalakiyên wek daxuyaniyên medyayî, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê, vedana konan, kampanyayên îmzekirinê, vekirina standan, merasîmên bixakspartinê, bîranîn, şahî, konsert û hemû çalakiyên ji vê cureyê ji îro 8ê Mijdarê û heta roja 10ê Mijdarê hatine qedexekirin.
Her li gorî biryara parêzgariyê, tenê çalakiyên ku ji aliyê parêzgarî û qeymeqamtiyê ve destûra wan hatiye danê dikarin bên kirin.
Ev biryara qedexeyê piştî wê tê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê biryar li ser dûrxistina serokên şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xalfetiyê û danana qeyûman li cihên wan dabû, piştre gelekî çalakiyên şermezariyê li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê dest pê kirin.