Ji serê salê ve nêzî 700 bazirganên madeyên hişbir hatine girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji destpêka îsal ve zêdetir ji 1311 tohmetbarên madeyên hişbir hatine girtin, ji wan 698 kes bazirgan bûne û 444 kîlogram madeyên hişbir jî hatine desteserkirin.

Berdevkê Rêxistina Rewşenbîrî û Hişyarî li dijî Madeyên Hişbir Sermend Berzincî ji K24ê re ragihand, “Yek ji çavkaniyên madeyên hişbir ew e, ji Îranê derbasî Qeladizê û Ranya dibe, ku mixabin niha ev dever bûye qadeke bazirganiya madeyên hişbir.” 

Berzincî got jî: “Çavkaniya din jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ku Madeyên hişbir ji Şingalê digihîne Sûriyeyê û ji wir jî dişînin welatên din.”

Bazirgan dixwazin Herêma Kurdistanê bikin navenda belavkirina madeyên hişbir, yan jî wê bikin deriyekî bazirganiya madeyên hişbir bo welatên din. Lê biser nakevin û bi berdewamî torên wan ji aliyê Rêveberiya Nehiştina Madeyên Hişbir û Tawanan ve û bi hevahengiya hikûmeta Iraqê tên girtin.”

Berdevkê Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir Arkan Omer got: “Em bi şev û roj gelek kar dikin ku Herêma Kurdistanê nebe cihê bazirganiya madeyên hişbir.”

Li gor amarên Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişbir, di heyama 11 mehên îsal de 1311 gumanbar hatine girtin, ji wan 698 kes bazirganên madeyên hişbir in , herwiha 444 kîlogram madeyên hişbir hatine desteserkirin, ligel 45 kîlo heb û 29 hezar û 400 şirît heb hatin desteserkirin.