Penaberekî Kurd li Libnanê di êrîşeke Israîlê de hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşeke Israîlê de, penaberekî Rojavayê Kurdistanê li Libnanê hat kuştin.

Hat ragihandin, Ebdulrehman Mûsa Henan ê ji Efrînê, li di encama êrîşeke Israîlê li ser taxa Sulh a bajarokê Beilbek de canê xwe ji dest daye.

Ebdulrehman Mûsa Henan ji gundê Meydankê yê herêma Efrîna ye û li Libnanê bi xakê hat spartin.

Li gorî zanyariyan 13 penaberên Kurd ji destpêka şer li Libnanê di encama êrîşên Israîlê de canê xwe ji dest dane, piraniya wan ji Efrînê ne.

Parêzgarê Beilbekê-Hermelê Beşîr Xeder li ser platforma “X” berî du rojan gotibû, Îsraîlê 20 êrişî ser parêzgeha Beilbekê-Hermelê pêk anîn û di encamê de 30 kes hatin kuştin û 35 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Israîlê ji roja 23ê Îlonê ve êrîşên xwe li ser Hizbulahê girantir kirine, roja 27ê Îlonê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrullah di êrîşeke li ser Beyrûtê de kuşt û piştre dest bi operasyoneke bejahî li başûrê Libnanê kir.