Li Diyabekirê doza kuştina Narîn Guranê dest pê kiriye

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Doza Kuştina Narîn Guran a 8 salî li Dadgeha Sizayê Giran a 8emîn dest pê kir. Di dozê de bo mam, dê, bira û cîranê Narînê sizayê heta hetayî tê xwestin lê hîn jî ti kes li ser kuştina Narîn li xwe mikur nehatiye. Siyasetmedar û saziyên sivîl jî eleqeyek mezin bo dozê nîşan didin û siyasetmedar didin zanîn ku eger guvaşa raya giştî nebûye doz di demeke evqas kin de, dest pê nedikir û dê guvaşa raya giştî bibe wesîle ku doz jî ronî bibe.

Doza Kuştina Narîn Guranê li Diyarbekirê dest pê kir ku hat zanîn hola rûniştina yekem tê de tê kirin têra beşdaran nekiriye ku hol 300 kesan werdigre lê gelek kes  man ber derî. Di dozê de Mamê Narînê Salim Guran wek gumanbarê sereke tê darizandin û her wiha dayîka wê Yuksel Guran, birayê wê Enes Guran û hevalê Salim Guran Newzat Guran ê termê Narînê veşartibû jî tên darizandin. Bo 4 kesên gumanbar sizayê heta hetayî tê xwestin. Siyasetmedar û hiquqnasan jî dan zanîn ku guvaşa civakî bûye wesîle ku demildest îddaname amade bibe û doz dest pê bike û ev yek dikare dozê ronî jî bike.

Parlementerê CHPê yê Diyarbekir Sezgîn Tanrikulu ji K24ê re got: “Îddanameyek ber destê me heye û di îddanameyê de 3 delîl hene. Ez wek serokê berê yê Baroya Diyarbekir di wê baweriyê de me ji ber ku cara yekem e Baroya Diyarbekir di dozek wisa de wek aliyek dozê beşdar e dê ev yek bandorek erênî li ser ronîkirina dozê bike. Tişta min dîtî ew e ku hem rêveberiya dadgehê û hem jî parêzeran bo ronîkirina dozê amadekariyek baş kirine.”

Di dozê de hîn jî tikes li ser kuştina narîn li xwe mikur nehatiye û bo ronîkirina dozê rêveberên dadgehê û parêzerên Narînê jî nava hewlek girîng de ne. Şopînerên dozê dibêjin daxwaza raya giştî ew e ku doz ji her alîyî ve were ronîkirin û berpirs werin sizadan.

Parlementerê Huda Parê yê Mêrsînê Faruk Dînç ji K24ê re got: “Em dixwazin ku hemu kesên di kuştina Narînê de berpirsiyariya wan heye bi sizayê herî giran werin sizadan. Em li vê derê ne, emê dozê bişopînin, heger tawanbar werin werin sizadan qet nebe dê wijdana raya giştî jî hinekî rihet bibe.”

Raya giştî li bendê ye ku dawiya dozê de bersiva 2 pirsan were dayîn ku Narîn çima hat kuştin û ji aliyê kê ve hat kuştin û paşê jî bi sizayê herî giran tawanbar werin sizadan.