Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê alîkariya xwendekarên kurdî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi armanca piştevanîkirina proseya xwendina kurdî, alîkariyên darayî li ser hejmarek ji xwendekar û mamosteyên Efrînê belav kirin, da ku bikarin zehmetiyên aborî derbas bikin û berdewamiyê bidin xwendina xwe.

Endama Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Şîrîn Hac Ebdo ji K24ê re got: “Me xwendekarên beşa Zimanê Kurdî li Peymangeha Amadekirina Xwendekaran vexwandin, ji bo em alîkariyekê biçûk bi wa re bikin. Her kar û çalakiyek derbarê zimanê kurdî de bê kirin, em piştevaniya wê bikin. Ev xwendekar bi xwe mamosteyên zimanê kurdî ne ku dixwazin astên xwe ji kurdî de bipêş bixin û emê biqasî ji destê me bê, alîkariyê bi wan re bikin.”

Mamosteyê zimanê kurdî Îbrahîm Ehmed got: “Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku alîkariyê me re dikin û cihê serbilindiyê ku ev dezgeh piştgiriya me dike.”

Xwendekar Mufîde Elî jî got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêştir hat li peymanghê serdana me kirin. Vê carê wan em vexwandin û alîkariya me kirin. Em spasiya wan dikin.”

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî erdheja Sibata 2023an derbasî herêma Efrînê bû û ji bilî pêşkêşkirina alîkariyên mirovî li ser ziyandîtiyan, gelek kar û xebat ji bo parastina çand, kultur û zimanê kurdî li Efrînê dike.