Serok Barzanî û Konsulusê Îranê rewşa siyasî ya navçeyê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 9ê Mijdarê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Nesrullah Reşnûdî kir ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe û xatirxwestina Serok Barzanî serdan kiribû.
Di hevdîtinê de, ronahî hate xistin ser rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê û herwiha tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hate kirin.
Serok Barzanî spasiya Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.