Pêşewa Hewramanî: Serdana Sûdanî bo Herêma Kurdistanê giring û erênî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Serokwezîrê Iraqê bo Hewlêrê bi girîng û erênî bi nav kir û got, di vê serdanê de dê hemû pirsên hilawîstî werin gotûbêjkirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramanî ji K24ê re ragihand: “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî dê dawiya vê hefteyê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Hewramanî da zanîn: "Ev serdan girêdayî rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê ya piştî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye.”

Li gor Hewramanî, Serokwezîrê Iraqê di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û tê çaverêkirin di civînê de hemû pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên gotûbêjkirin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Sûdanî bi girîng û erênî bi nav kir û got: “Têgihîştina baş a ku di dema borî de di navbera her du serokwezîrên Sûdanî û Mesrûr Barzanî de hebû, bûye sedema pêşxistina pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de.”

Sûdanî ji dema ku bûye Serokwezîrê Iraqê, sê caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye, cara dawî jî di 9ê Mijdara 2023an bû.