Şîrovekar: Ti pêvajoyek bi navê çareseriyê nîne
Stenbol (K24) – Digel hemû pirsgirêkên siyasî û aloziyan ji bo destpêkirina pêvqajoya çareseriyê ya navbera PKKyê û dewleta Tirkiyeyê de hêviyeke bihêz heye. Li gor hin şîrovekarên siyasî, dewleta Tirkiyeyê ji ber rîsk û metirsiyên li Rojhilata Navîn dixwaze pirsa PKKyê û pirsa Kurdî çareser bike. Lê hin şîrovekar jî li dijî vê nêrînê ne û dibêjin çi pêvajoyeka bi navê çareseriyê niye û mijûlkirina Kurdan heye.
Li Tirkiyeyê ji alîkî ve hewilên ji bo destpêkirina pêvajoyeka nû ya çareseriyê berdewam e û ji alîkî din ve jî qeyyûm bi ser şaredariyan tên danîn ku ev yek pirs û gûman li ser pêvajoyeka nû dirûst dike.
Piştî êrîşa Enqereyê û danîna qeyyûman gelek alî gihiştibûn wê baweriyê ku çi pêvajo destpê nake lê Serokê MHPyê Dewlet Bahçelî cara sêyem bang li Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî kir ku li Parlamentoya Tirkiyeyê banga çekdanînê li rêxistina xwe bike.
Şîrovekarekî siyasî dibêje, peyamên Dewlet Bahçelî bernanmeyeka dewleta Tirkiyeyê ya li ser çareserkirina pirsa Kurdî li xwe digre.
Şîrovekarê Sıyasî Mûfîd Yûksel ji K24ê re got: “Ev ne projeya MHPyê ye ne jî projeya AK-Partiyê ye. Ev projeya dewletê ye ku dixwaze pirsa Kurdî çareser bike û nav nasnameya Kurdî di destûrê de bicih bike, sîstemeka nû ava bike. Di vê sîstema nû de Kurd dê bibin şirîkê dewletê.”
Lê kesên ji pêvajoyeka nû û çareserkirina pirsa Kurdî ji aliyê dewletê ve bêhêvî ne jî hene ku yek ji wan aqilmendekî pêvajoya borî ya çareseriyê ye. Li gor wî di pêşengtiya Îsraîlê de hevsengiyên Rojhilata Navîn digûherin û daku Kurd ji van gûherînan sûdmend nebin dewleta Tirkiyeyê taktîkan dike.
Aqilmendê pêvajoya çareseriyê ya borî Celalettîn Can dibêje: “Li gor min çi pêvajoyek bi navê çareseriyê nîne. Berevajîkirina rastiyan heye. Hikûmet dixwaze dem ji bo dirêjkirina desthilata xwe bidest bixe. Digel vê yekê dixwaze Kurdan bêbandor bike da ku Kurd ji derfetên ku li Rojhilata Navîn peyda dibin sûdmend nebin. Dewlet, PKKê bo xwe metirsî dibîne û dixwaze hin rêkaran werbigre. Dixwaze bi riya Abdullah Ocalan PKKyê kontrol bike.”
Di pêvjoya çareseriyê ya borî de du partiyên dewletê MHP û CHP li dijî pevajoyê bûn, lê niha bi rijdî piştgirî dikin. Ev e sûdeke mezin e lê nezelaliya nexşereya pêvajoyê, eşkerenebûna daxwazên aliyan û nebûna garantorekî navdewletî jî, mezintirîn rîskên pêvajoyê ne.