Israîlê devereke Dîmeşqê kir armanc

Devera Seyîde Zeynebê li başûrê Dîmeşqê
Devera Seyîde Zeynebê li başûrê Dîmeşqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Balafirên şerî yên artêşa Israîlê avahiyekî akincîbûnê li devera Seyîde Zeynebê li başûrê Dîmeşqê kir armanc, kuştî û birîndar hene.

Ajansa Sanayê ya Nûçeyan îro (Yekşem, 10.11.2024) parve kir, “Balafirên şerî yên artêşa Israîlê avahiyekî akincîbûnê li devera Seyîde Zeynebê li başûrê Dîmeşqê kir armanc, kuştî û birîndar hene.”

Li dû raporta Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan, di encamê êrîşa Israîlê de bi kêmî ve sê kes hatine kuştin û hejmareke din jî birîndar bûye.

Birêveberê Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdirehman jî ji Ajansa Frans Prêsê re ragehand, “Israîlê avahiyekî akincîbûnê kiriye armanc, ku endamên Hizbulaha Libnanî tê de akincî ne.”