Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasînameyekê arasteyî Qayimqamê Akrê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî siyasiya Qayimqam û Serokê Yekîneyên Kargêrî yên Akrê dike.
Di spasînameya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hatiye, “Rêzdar Dilawer Bozo Herkî, ji ber bicihanîna erkên xwe bi awayekî birêkûpêk û dilsozane wekî Qayimqamê Akrê, em spasî û rêzên xwe arasteyî cenabê we dikin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di spasînameya xwe de hêvî jî xwastiye ku, Qayimqam û Serokê Yekîneyên Kargêrî yên Akrê “her bi vê ruhiyetê ji bo xizmetkirina Kurdistanê berdewam bin.”