Bi amadebûna Serok Barzanî Danielle Mitterrand tê bibîranîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî merasîma 100 saliya jidayîkbûna Danielle Mitterrand, hevjîna Serokê berê yê Fransayê Francois Mitterrand dibin ku li Hewlêrê tê lidarxistin.
Danielle Mitterrand sala 1991ê li gel Serok Barzanî û penaberên Kurd civiya û rewşa welatiyên Kurd ji nêzîk ve dît û got: “Me hewl da ku dengê Kurd bigihe cîhanê.”
Piştre Fransa ji bo parastina gelê Kurdistanê banga civîna Encûmena Asayişa Navdewletî kir. Di encamê de jî, biryara 688 ji bo kurdan hat derxistin û li ser hêla 36 herêmeke dijefirîn û herêmeke aram hat avakirin.
Danielle Mitterand piştre di sala 2009 de, serdana Herêma Kurdistanê kir û li parlamentoyê gotarek pêşkêş kir û got: “Ez li Kurdistanê pir kêfxweş im, ez hest dikim ku li welatê xwe me. Pirrengiya parlamentoyê, nîşana dewlemendiyê û cihê şanazî û serbilindiyê ye ji bo parlamentoya we. Hebûna opozîsyona parlementoyê jî, nîşaneya demokrasiyeke mazin û tendirust e.”
Serok Barzanî derbarê Danîel Mitterand de got: “Hsirên Danîel Mitterand ên ji bo gelê Kurdistanê ti carî nayê jibîrkirin. Her sal li Herêma Kurdistanê dê were bibîranîn.”
Danielle Mitterrand di 29ê Cotmeha 1924an de li bajarê Verdun, li rojhilatê Fransayê jidayik bûbû û 22ê Mijdara 2011ê koça dawiyê kir.