Çavdêrên siyasî: Eger heye Trump leşkerên xwe ji Sûriyeyê vekişîne
Stenbol (K24) – Piştî ku Donald Trump bû Serokê Amerîkayê, li Tirkiyeyê pirsa “gelo Trump dikare careke din banga vekişandina hêzên xwe ji Sûriyeyê bike” bûye gengeşeyeke germ. Hin çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku, Trump dê hêzên xwe li Sûriyeyê nehêle. Li gor hin çavdêran jî heta ku çareseriyeke siyasî ji Krîza Sûriyeyê re neyê dîtin Amerîka ji wir naçe.
Piştî vegera Donald Trump ser postê Serokatiya Amerîkayê, egera vekişîna Amerîkayê bûye gengeşeyeka germ di nava siyaseta Tirkiyeyê de.
Lewra operasyonên sala 2019ê yên li dijî Serêkaniyê û Girêsipî piştî gotara Trump a li ser vekişînê hatibû kirin û hin çavdêrên siyasî niha jî di wê baweriyê de ne ku, Trump dê serbazên xwe li Sûriyeyê nehêle.
Şîrovekarê siyasî Mufîd Yûksel ji K24ê re got: “Amerîka dê hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Ev e ji bo Kurdan siyaseteka nû ye û divê Kurd jî biryarek li ser çarenivsa xwe bidin. Hin siyasetmedarên Kurd di wê xemê de ne ku bi vekişîna Amerîkayê Kurdên Sûriyeyê dê bêxwedî bimînin.”
Lê li gor hin şîrovekaran jî Amerîka bêyî çi peyamenekê ku mafê Kurdan biparêze ji Sûriyeyê venakişe. Lewra pêwendiya Amerîkayê ya bi Kurdan re, dimîne li ser berjewendiyên Îsraîlê yên li Rojhilata Navîn û çi tevgerek nake ku li dijî wan berjewendiyan be.
Şîrovekarê siyasî Mihemed Gul dibêje: “Vekişîna Amerîkayê ji Sûriyeyê girêdayî lihevkirina Amerîkayê bi welatên navçeyê re ye. Heke Tirkiye xwe bike pêşengê berjewendiyên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn, Trump dikare bi hêsanî serbazên xwe vekişîne. Lê ez ne bawer im wisa bêpeyaman vekişe û Kurdên Sûriyeyê tenê bihêle. Amerîka heta ku seqamgiriyek li Sûriyeyê ava neke zehmet e ji wir biçe.”
Hikûmeta Tirkiyeyê ev demek dirêj bû çi gefa operasyonê li dijî Rojavayê Kurdistanê nedixwar, lê piştî ku Trump bû serok careke din dest bi gefên xwe kir. Wisa diyar e di serdema rêveberiya Trump de danûstandina herî germ a di navbera Tirkiye û Amerîkayê de li ser rojavayê Kurdistanê be.