Endamekî PDK-Sê li Dêrikê hat revandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) li bajarê Dêrikê ji aliyê kesên nenas ve hat revandin.
Pêgeha PDK-Sê belav kir, endamê Komîta Şaxê ya PDK-Sê Xiyas Îsmaîl roja 9ê Mijdarê demjimêr 11:00 li pêş dikana xwe ya li Dêrikê ji aliyê kesên ser rûyê wan girtî bû, hat revandin.
Xeyas Îsmaîl sala 1974’an jidayik bûye û ji gundê Banê Qesrê yê ser bi Dêrikê ve ye.
Xiyas Îsmaîl pêştir di sala 2016an de jî ligel hejmarek ji endam û serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji aliyê asayişa Rêveberiya Xweser ve hatibû revandin û nêzîkî 6 mehan di girtîgehê de mabû.