Serra Bucak: Pergala qeyuman ji aliyê civakî û darayî ve rewşek xirap derxistiye holê
Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo bide nîşan ku xebat û biryarên xwe bi awayeke vekirî û zelal pêş çavên xelkê de dimeşînin civîna xwe ya meclîsê li derve bi awayeke vekirî li dar xist. Di civînê de mijarên ximzetguzariya bo Diyarbekirê hatin rojevê û her wiha li dijî tayînkirina qeyuman bertek hatin nîşandan û banga çareseriya pirsa kurd hat kirin.
Di çarçoveya têgihiştina şaredariya şeffaf û zelal de Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir çalakiyek balkêş û cawaz li dar xist. Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir civîna xwe ya meclîsê ya meha mijdarê li hewşa şaredariyê ji xelkê re vekirî li dar xist. Di civînê de mijarên xizmetguzariyê hatin nirxandin û her wiha li dijî tayînkirina qeyuman jî bertek hatin nîşandan û bang hate kirin ku divê bo vîna gel rêz were nîşandan.
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak got: “Em di vekirina civîna meclîsê de pergala dijî demokrasiye ya qeyuman a nerewa şermezar dikin. Ev cara seyêm e ku em rastî pergala qeyuman tên. Em xespkirina mafê gel a hilbijartinê qebûl nakin. Em dibêjin divê hevşaredarên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin nûnertiya gel bikin, em pergala qeyuman qebûl nakin, pergala qeyuman ji aliyê civakî û darayî ve rewşek xirap derxistiye holê.”
Hevşaredarên Dem Partiyê yên beşdarî civîna meclîsê ya vekirî buyîn jî amaje kirin ku divê êdî were dîtin ku tayînkirina qeyuman sudê nade ti aliyekê û bang hate kirin ku biryara danîna qeyuman paşve were kêşan û rê li ber cîbicîkirina dengê gel were vekirin.
Hevserokê Şaredariya Rezan a Diyarbekirê Siraç Çelîk dibêje: “Ez bawer im ewê paşve gav bavêjin. Divê êdî ew jî bibînin ku çiqasî qeyum bavêjin her ku diçê dengê wan jî kêm dibe, divê vê yekê bibînin, nabe ku vîna gel were xespkirin, ez bawerim ewê paşve gav bavêjin.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo ku biryar û xebatên derbarê Diyarbekir de xelk jî bibîne civîna meclîsê bi awayeke vekirî kir û mijara sereke jî bertekên dijî qeyuman bû.