Neh sal di ser operasyona Şingalê re derbaz dibin
Navenda Nûçeyan (K24) - Neh sal di ser operasyona Şingalê re derbaz dibin, ew soza ku Serok Barzanî sê rojan piştî dagirkirina Şingalê dabû Babeşêxê Êzidiyan li ber çavên hemî cîhanê bi cih anî.
Ew operasyon bi serkirdetiya rasterast a Serok Barzanî û tevlîbûna zêdetirî heft hezar û 500 Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên asmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin, di dema kêmtir ji 24 seetan de Şingal hat azadkirin û Serok Barzanî soza xwe bi cih anî.
Îro neh sal di ser wê dastanê re derbaz dibin, ku wekî her car navê Pêşmerge kir manşêta serekî ya medyayên cîhanê. Azadkirina Şingalê berhemê wê soza Serok Barzanî bû, ku piştî dagirkirina wê li roja 03.08.2014ê ji aliyê çekdarên Rêkxistina DAIŞê ve dabû. Ji bo wê meremê jî, bi hezaran Pêşmerge tevlî wê operasyonê bûn.
Ew operasyon li serê sibeha 13.11.2015ê bi serkirdetiya Serok Barzanî û piştevaniya hêza asmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê hat destpêkirin. Zêdetirî heft hezar û 500 Pêşmergeyan tevlî wê operasyonê bûn.
Li destpêkê wê operasyonê bi dorpêçkirina çiyayê Şingalê dest pê kir. Du armanc jî li pişt wê pêngavê hebûn; ya yekê kontirolkirina Şingalê bû ku di dema dagirkirina wê de zêdetirî pênc hezar kesên bê tawan hatibûn kuştin. Ya duyê jî qutkirina rêya serekî ya navbera bajarê Mûsilê li Îraqê û Reqeyê li Sûriyeyê bû, ku her du di bin kontirola DAIŞê de bûn û Şingal xala bihevgehandina wan her du bajaran bû.
Pêşmerge di wê pêngavê de serkeftî bûn û karîn rêya navbera bajarên Reqe û Mûsilê qut bikin. Di wan rûbirûbûnan de, zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, heta dawiya wê rojê 150 kîlometrên çargoşe li Şingalê û derdora wê bi yekcarî ji bin desthilata çekdarên DAIŞê hatin derxistin. Pêşbîniya çend heftiyan ji bo wê operasyonê dihat kirin lê di dema kêmtir ji 24 seetan de serkeftin hat ragehandin.
Serok Barzanî di peyama serkeftinê de cîhan li ser bicihanîna soza xwe piştrast kir. Serkeftina Pêşmergeyan tevaya medyayên cîhanî û Erebî vegirtin û gelek ji navendên navdewletî Pêşmerge wekî yekane hêz li ser erdî ji bo bidawîanîna efsaneya DAIŞê wesifand.