Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Almanyayê danûstandinan li ser rewşa deverê dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulê nû yê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.
Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 13.11.2024) ragehand, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulê nû yê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Albrecht von Wittke kir.
Di wê ragehandinê de hatiye, “Konsulê Giştî yê Almanyayê serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê pîroz kir û ecêbmana xwe ji bo rêjeya tevlîbûna di hilbijartinan de diyar kir. Herwesa bi Serokê Herêma Kurdistanê re danûstandin li ser qaonaxa bê û bizavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê herwesa ragehandiye, “Her du aliyan tekez li ser heza dualî ji bo berdewamkirina peywendiyên Almanyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û zêdekirina alîkariyên hevpar kir, xasma jî di wan waran de yên ku ji bo Herêma Kurdistanê giring in. Di vî warî de, Nêçîrvan Barzanî spasî û rêzên Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya Almanyayê li Îraq û Herêma Kurdistanê diyar kirin.
Herwesa tewerekê din ê wê civînê jî girêdayî peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa deverê û metirsiya encamên aloziyên Rojhilata Navîn bû.