Mesrûr Barzanî: Me bi Sûdanî re tekez li ser giringiya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê kir

Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî
Mesrûr Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîr Sûdanî tekezê li ser giringiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Çarşem, 13.11.2024) serdana Hewlêrê kir û bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di posteke tora civakî ya Xê de li ser wê civînê nivîsiye, “Me bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re tekez li ser giringiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, pêxemetî çarekirina arêşeyan û zêdetir pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî.”