240 sal di ser damezirandina Silêmaniyê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 240 sal di ser damezirandina bajarê Silêmaniyê re derbas dibin, ku bajarekî nû û modern a Kurdistanê tê dîtin.

Bajarê Silêmaniyê di sala 1784an de ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hat damezirandin ku navê bavê xwe Silêman Paşa lê kiriye. 

Silêmanî ne tenê Paytexta Mîrnîşîniya Baban bû, di heman demê de navendeke bazirganî û çandî ya navçeyê bû.

Silêmanî ji sala 1922 heta 1924 Paytexta Dewleta Şah Mehmûd Hefîd bû, ji bilî ku navenda rewşenbîr û têkoşeran bû, di dîroka Kurdistanê de navenda çendîn şoreş û serhildanan jî bû.

Li gora rojnameya Zîn, rûbera Silêmaniyê di sala 1955an de 20 milyon û 250 hezar metre bû û nifûsa wê jî digihîşt nêzîkî 60 hezar kes û nêzîkî 7 hezar xanî lê hebûn. 

Herwiha bajarê Silêmaniyê ji şeş taxên sereke pêk dihat: Kanêskan, Giwêje, Melkenî, Serşeqam, Çiwarbax û Dergezên.

Ji piştî Raperîna Adara 1991ê vir ve, Silêmanî berfireh bûye û niha wek yek ji aramtirîn û paqijtirîn bajarên Herêma Kurdistanê û Iraqê tê hejmartin.