Nêçîrvan Barzanî: Silêmanî navekî bi bandor e di dîroka çandî û siyasî ya gelê Kurdistanê de

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 240 saliya damezrandina bajarê Silêmaniyê pîroz kir û ragihand, bajarê Silêmaniyê navekî bibandor û girîng e di dîroka çandî û siyasî ya gelê Kurdistanê de.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 14ê Mijdarê bi boneya 240 saliya damezrandina Silêmaniyê peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî got: “Bîranîna 240 saliya damezirandina Silêmaniyê, paytexta wêje û hunerê, bajarê hilmet û qurbanîdanê, bi germî li tevahiya xelkê ezîz ê bajêr pîroz dikim. Hêviya serkeftinê ji wan re dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Silêmanî navekî diyar û bibandor e di dîroka çandî û siyasî ya gelê Kurdistanê de û hertim cihê rêz û şanaziya gelê Kurdistanê bûye.”

Serokê Herêma Kurdistanê hêviya berdewamiya geşepêdan û avedaniyê, pêşkeftinên zêdetir, aştî û aramiyê ji bo Silêmaniyê û hemû bajar û navçeyên Kurdistanê xwast.

Îro 240 sal di ser damezirandina bajarê Silêmaniyê re derbas dibin, ku bajarekî nû û modern a Kurdistanê tê dîtin.

Bajarê Silêmaniyê di sala 1784an de ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hat damezirandin ku navê bavê xwe Silêman Paşa lê kiriye. 

Silêmanî ne tenê Paytexta Mîrnîşîniya Baban bû, di heman demê de navendeke bazirganî û çandî ya navçeyê bû.

Silêmanî ji sala 1922 heta 1924 Paytexta Dewleta Şah Mehmûd Hefîd bû, ji bilî ku navenda rewşenbîr û têkoşeran bû, di dîroka Kurdistanê de navenda çendîn şoreş û serhildanan jî bû.