Davutoglu: Hebûna peywendiyên baş di navbera Tirkiye û Kurdistanê de alîkariya pirsa Kurdan dike

Ahmet Davutoglu di çavpêkeftina xwe ya li gel K24ê de
Ahmet Davutoglu di çavpêkeftina xwe ya li gel K24ê de

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu di çavpêkeftineke li gel Kurdistan24ê de hejmareke pirsan diazirîne, wekî pirsa aştiyê li Tirkiyeyê, pirsa PKKê, azadkirina Ebdila Ocalan û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê.

Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu di derheqa peywendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de got, “Hebûna peywendiyên baş di navbera Tirkiye û Kurdistanê de alîkariya baştirbûna rewşê û pirsa Kurdan li deverê dike.”

Davutoglu amaje jî da, “Me li sala 2009ê dest bi pirose û çareseriya aştiyê kir, sedema sernekeftina wê piroseyê girêdayî nebûna demokrasiyeke tevgir li Tirkiyeyê ye.” Herwesa got, “Bi baweriya min wekî siyasiyek, hemî netewe û pêkhateyeke olî di civakeke demokrasî de li Tirkiyeyê wekhev in.”

Navbirî li ser pêşniyara Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli ji bo azadkirina Ebdila Ocalan got, “Divê ew arêşe bê çarekirin û teror bidawî bê, serdem û rûpeleke nû bê vekirin. Ew gotina wî giring e ji ber ku di dema borî de Bahçeli wekî kesekî neteweperest li dijî pirsoeya aştiyê bû.”

Serokê Partiya Paşerojê ron jî kir, “Bi dirêjahiya karê xwe yê siyasî û akademî, min herdem bergirî ji baştirîn peywendî bi Herêma Kurdistanê re kiriye ji ber ku Herêma Kurdistanê wekî pireke peywendiyan di navbera Tirkiye û Îraqê de, hebûna peywendiyeke baş di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de alîkariya baştirbûna rewşê û pirsa Kurdan li deverê dikin.”

Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê eşkere jî kir, “Dema ku ez Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bûm, peywendiyên Tirkiye û Sûriyeyê gelek baş bûn. Li sala 2009ê, me 52 lihevkirin bi Sûriyeyê re îmza kirin. Piştî Bihara Erebî li sala 2011ê, Hikûmeta Sûriyeyê êrîş kir ser pareke bajaran û çekê kîmyayî li dijî xelkî bi kar anî, lewma peywendiyên me têk çûn.”

Ahmet Davutoglu ji sala 2009ê heta 2014ê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê bû, ji sala 2014ê heta 2016ê Serokwezîrê Tirkiyeyê bû, niha Serokê Partiya Paşerojê ya Tirkiyeyê ye.