Artêşa Israîlê haydariyê dide şêniyên taxa başûrê Beyrûtê

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Israîlê haydariyê dide şêniyên taxa başûrê Beyrûtê û daxwazê jê dike ku malên xwe berdin.

Artêşa Israîlê îro (În, 15.11.2024) haydarî da şêniyên devera Xubeyriyê li taxa başûrê Beyrûtê û daxwaz jê kir ku, malên xwe wekî amadekariyek ji bo bombebarankirina deverê berdin.

Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee di beyannameyekê de ragehand, “Ji bo hemî şêniyên devera Xubeyriyê, hûn li nêzî dezgeh û bingehên Hizbulahê binecih bûne. Di paşerojeke nêzîk de, hêzên Israîlê bi giranî wê deverê bombebaran dikin. Ji bo silametiya xwe û endamên malbatên xwe, divê hûn wan deveran berdin û yên ku bi rex wan ve ne demlidest jê dûrbikevin, bi dûratiya kêmtir ji 500 metran.

Artêşa Israîlê duhî (Pêncşem, 14.11.2024) êrîşeke tund a asmanî kir ser başûrê Beyrûtê, xasma taxa Herîk û Burc Beracîneyê.

Medyayên Libnanî parve kir, ev di demekê de ye ku Balyoza Amerîkayê li Libnanê Lisa Johnson nivîsarek daye Seroka Perlemana Libnanê Nebiye Bêrî, ku “pêşniyara agirbestê” tê de ye.