William Roback: Kurdan peywendiyeke demdirêj bi Amerîkayê re heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê yê nûhilbijartî çend kes ji bo postên bilind ên îdareya xwe eşkere kirine û piştî kêmtir ji 70 rojên din diçe Koçka Spî.

Ji nav wan kesên heta niha hatine pêşniyarkirin çend kesatiyên nêz û dostên Kurdan hene, wekî Mike Walls û Marko Robbio ku li Kongirêsê tekez li ser mafên Kurdan kiriye. Tê çaverêkirin ku bi hebûna wan kesan li ser wan postên bilind ên îdareya Amerîkayê peywendiyên navbera Amerîka û Kurdistanê zêdetir pêş ve biçin.

Balyozekî pêştir ê Amerîkayê wesa difikire ku Amerîkayê peywendiyeke demdirêj bi Kurdan re heye û ev girêdayî guhertinên îdareya Amerîkayê nîne, lê hebûna hin kesatiyan li nav wê îdareyê wê peywendiyên bihêztir dike.

Balyozê pêştir ê Amerîkayê li Behrên û Sûriyeyê William Roback ji K24ê re got, “Kurdan peywendiyeke demdirêj bi Hikûmeta Amerîkayê re heye, hin kes di nav Hikûmeta Amerîkayê de hene baş di wê peywendiyê digehin û givaştinê ji bo hêlana wê peywendiya nêz û piştgirîkirina Kurdan dikin. Gelek bi ronî, her kesekê biçe Koçka Spî, divê rêz ji bo peywendiya navbera Kurdan û Amerîkayê hebe û bike di çarçoveyeke berfireh a herêmî de.”

Di çend îdareyên borî yên Amerîkayê de, gelê Kurd wek hevpareke giring hatiye temaşekirin, wê hevpariyê jî ji aliyê siyasî, ewlehî û aborî ve reng vedaye. Waşinton tekezê li ser piştevaniya xwe ji bo herêmeke bihêz a Kurdistanê dike.

Şirovekerê siyasî yê Kurd Ariş Salih jî ji aliyê xwe ve got, “Li nav Kongirêsa Amerîkayê Koma Dostên Kurdan an jî Komkesa Kurdan heye, ku ji endamên Civata Pîran û Civata Nûneran ji her partiyên Komarî û Demokratan pêk tê. Wan kesan di dema borî de bandor li ser şandin û derbazkirina wan piroje û biryaran hebû yên ku girêdayî Herêma Kurdistanê bûn, hejmareke wan dê cihên bilind di îdareya bê ya Amerîkayê de hebin.”

Tê çaverêkirin ku di îdareya bê ya Amrîkayê de cih û rolên giring bi wan kesan bên dan, li ser bingeha dilsozî, nêzî û guhdariya wan ji bo Donald Trump. Wan kesan jî dê bandor li ser siyaset û biryarên serokî hebe.

 
Fly Erbil Advertisment