Ji bo birêveberekî PWKê sizayê zindanîkirinê hat birîn
Diyarbekir (K24) - Ji aliyê Buroya Ragihandinê ya PWKê ve hat ragihandin ku, ji bo Birêveberê PWKê Ahmet Polat sizayê zindanîkirinê ji bo dema 18 mehan hatiye birîn.
Partiya Welatparêzên Kurdistanê PWKê ragihand ku ji bo rêveberê wan Ahmet Polat sizayê zindanîkirinê ji bo dema 18 mehan hatiye birrîn. Daxuyaniye PWKê wisa ye
“Mehkemeya Amedê, ji ber parvekirinên wî yên li ser sosyal medyayê, bi îdîaya ku ‘’propagandaya rêxistina terorê kirîye’’ 18 meh cezaya hevsê li Rêvebirê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Abdûllah Polat birî.
Parêzerên Abdûllah Polat îtirazî vê biryarê kirin. Nuha dê dosya here Mehkemeya Îstînafê.
Em vê biryara mehkemeya Amedê şermezar dikin.
Abdûllah Polat Rêvebirê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ye û tu eleqeya wî bi tu rêxistinên re jî tune ye, propagandaya tu rêxistinên din nekirîye. Ev biryar nîşana binpêkirina azadîya ramanî ye.”
