Hemas ji bo agirbestê amade ye

Hemas dixwaze Trump ji bo rawestandina şerê Xezzeyê givaştinê bixe ser Israîlê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serkirdeyekî bilind yê Tevgera Hemasê amadebûna tevgera xwe ji bo rawestandina şerî û agirbestê li Xezzeyê ragehand, herwesa daxwaz ji Serokê Amerîkayê yê nûhilbijartî Donald Trump kir ku, ji bo pabendbûna bi agirbestê givaştinê bixe ser Israîlê.

Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Tevgera Hemasê Basim Neîm îro (În, 15.11.2024) ji ajansa France Pressê re ragehand ku, ji bo her pirojeyeke agirbestê li kertê Xezzeyê amade ne, bi şertekî Israîl jî pabendî wê lihevkirimê be.

Basim Neîm daxwaz jî ji îdareya Amerîkayê û Trump kir ku, ji bo rawestandina şerî li Xezzeyê û deverê û bidawîanîna azar û nexweşiyên xelkê Filistînê givaştinê bixin ser Hikûmeta Israîlê.

Wî Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya Tevgera Hemasê herwesa ragehand, “Hemasê çi pêşniyareke nû nabe, tenê helsengandina her pêşniyareke rawestandina şerî dike, eger bê pêşkêşkirin.”

Navbirî eşkere jî kir, aliyên navbeynkar haydar kirine ku, ew pêxemetî rawestandina şerî bi her pêşengî û pirojeyekê re ne, ku vekêşana artêşa Israîlê ji Xezzeyê, rêdana bi vegeriyana awareyan bo ser warên wan, tevî lihevguhertina êxisîr û girtiyan û rêdana bi gehandina alîkariyên mirovî û destpêkirina piroseya avedankirina Xezzeyê vegire.

Ev zêdeitrî salekê ye ku şerê Xezzeyê berdewam e. Piştî ku çekdarên Hemasê li roja 07.10.2023ê êrîş kir ser Israîlê, 251 kes ji Israîlê revandin. Li dû amarên Hikûmeta Israîlê, heta niha jî 97 revandî di bin destê çekdarên Hemasê ve mane, lewma jî heta rizgarkirina wan şerî ranawestînin.