Mesrûr Barzanî: Divê proseya hinardekirina petrolê di zûtirîn dem de dest pê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Mijdarê pêşwazî li şandeke Encûmena Bazirganiya Amerîka û Kurdistanê (USKBC) kir ku ji nûnerên çend kompaniyên Amerîkî pêk hatibû.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Di destpêka hevdîtinê de, Serokê Odeya Bazirganî ya Amerîka û Kurdistanê David Tafurî, ji ber serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û encamên wê, pîrozbahî li Serokwezîr kir ku bi awayekî azad û demokratîk birêve çû û herwiha kurteyek derbarê armanca serdana xwe jî pêşkêş kir.”

David Tafurî got: “Rol û pêgeheke giring a Herêma Kurdistanê li Iraq û navçeyê heye û armanca serdana wan jî ragehandina piştevaniyê û pêşxistina pêwendiyên aborî, bazirganî û veberhênanê li gel Herêma Kurdistanê ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî amajedana bi çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşhatên Iraq û navçeyê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, behsa çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, bi taybetî di warê dîjîtalkirina karûbaran de, başkirina pergala bankê, projeya Hejmara Min û hêsankariyên bo veberhêneran.”

Di beşeke din a civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kir, ku bi milyaran dolar ziyan gihandiye bûdceya giştî û divê di zûtirîn dem de proseya hinardekirina petrolê dest pê bike.

Di dawiyê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bersiva pirs, têbînî û pêşniyarên amadebûyan da.